09 Mijdar 2016•Rojanekirin: 14 Mijdar 2016
GAZÎANTEP
Bi destê Şaredariya Mezin a Gazîentabê û bi serkêşiya TURSABê va kampanyaya "Dem dema dîtina Gazîentabê ye" ya ku li 10 bajarên mezin tê birêvabirin, hat destpêkirin. Armanca vê kampanyayê ew e ku bêtir tûrîst bên "bajarê gastronomiyê".
Şaredara Bajarê Mezin ê Gazîentabê Fatma Şahinê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku di van dawiyan da ji dervayê Entabê hewl tên dayîn ku der heqê bajêr da têgihîştineke negatîf were avakirin. Şahînê bal kişand ku bajarê 2 milyonî vê têgihîştinê heq nake, Entab bajarê "qencî"yê ye û mazûvaniya 350 hezar penaberên sûrî dike. Herwiha Şahînê destnîşan kir ku bajêr yek ji navendên pîşesazî, bazirganî, çand û tûrîzmê ye.
Şahînê got ku wan meha borî kampanyaya "Dem dema dîtina Gazîentabê ye" da destpêkirin û wiha qala armanca kampanyayê kir, "Em dixwazin mazûvanî û mêvanperweriya tradîsyonel a xelkê herêmê nîşanî mêvanan bidin."
Herwiha Şahînê wiha got:
"Em ji hemû kesên ji dervayê Gazîentabê ra dibêjin 'Werin Gazîentabê, hûn mêvanê me ne'. Ji ber ku wekî mazûvan em ji mala xwe bawer in. Em ji sermayeya mala xwe, ji hêza xwe ya însanî, wijdanî û dîrokî bawer in."
Şahînê got ku wê dawiya hefta borî li New Yorkê behsa Gazîantepê kir û wiha dewam kir: "Min behsa dîrok, çand û gastronomiya Gazîantepê kir. Min ji wan ra got, 'Werin bi hev ra lê bijîn û bibînin, em nîşanî we bidin.' Pê ra eleqedar bûn."
Şahînê got ji heftêya borî pê va hejmara ziyaretvanên ku hatin Gazîantepê zêde bûn, li gor par hejmara ziyaretvanan 2 qat zêde bûye. Şahînê got ku vê jî da nîşan ku kampanyaya "Dem dema dîtina Gazîantebê ye" kampanyayeke rast e.
Şahînê wiha got: "Kesên ku beşdarî vê kampanyayê dibin, pêş rikê yên ku dibêjin li vê derê herêma terorê ye 'ji aliyê ewlehiyê va pirsgirêk lê heye', rikê terorê va, rikê terorîstan va tên vî bajarî."