06 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2015
HEWLÊR
Odeya Bazirganiyê ya Gazîentabê ji bo ku pêwendiyên bi Odeyên Bazirgeniyê yên Herêma Kurdistanê xurt bibin û di qada bazirganiyê de hêsanî çêbibin qeyda lihevkirinê îmze kir.
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Gazîentabê Eyup Bartik ji bo ku peymanê îmze bike hate Hewlêrê. Bartik li vir ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku armanca ziyareta wan ew e ku pêwendiyên di navbera Gazîentabê û Hewlêrê û hevkariyê xurt bikin.
Bartik got ku du sal berê wan li Hewlêrê nûnertiya Odeya Bazirganiyê ya Gazîentabê vekirine û wiha axivî: "Bi saya vê ofîsê di navbera herdu bajaran de pireyeke bazirganiyê ava bû. Bi saya vê ofîsê him pirsgirêkên me û him jî pirsgirêkên karsazên ji Hewlêrê hatin çareserkirin. Gazîentab ji sedî 35 îxracata xwe ji Iraqê re dike. Hecma bazirganiyê ya di navbera Iraq û Entabê de 2 milyar dolar e. Dema welat pêş ve herin û mezin bibin bazirganî jî zêde dibe."
- "Hecma bazirganiyê ya di navbera Tirkiye û Iraqê 10 milyar dolar e"
Serokê Yekîtiya Odeyên Bazirganiyê ya HKIyê Dara Celîl jî got ku Gazîentab ji ber nêzîkbûnê ji bo Iraqê pir girîng e û wiha axivî: "Entab di serî de Iraq ji Herêma Kurdistanê re îxracatên mezin dike. Bi saya van ziyaretan têkilî xurt dibin. Hecma bazirganiyê ya di navbera Tirkiye û Iraqê de 10 milyar dolar e. Ev rêjeyeke mezin e û em hewl didin zêdetir bikin."