Abdullah Söylemez, Fatih Çekim
11 Nîsan 2026•Rojanekirin: 11 Nîsan 2026
Şert û mercên neyênî yên hewayê di hatûçûnê da dibe sedema astengiyan.
Berf û bahoza ku duhê şevê din li bihûrê Tendurekê ya ku raqima wê 2 hezar û 644 e, ku Bazîda navçeya Agiriyê û Çaldêrana navçeya Wanê bi hevdu girê dide dest pê kir, bandoreke neyênî li veguhastinê kir.
Li herêma ku ji ber bahozê mesafeya dîtinê lê gelekî kêm bû, hinek wesayitên tonajgiran di rê da man.
Ekîbên Şaxa Heyva Sor a Tirkî ya Bazîdê hatin deverê û qumanye li şofêran belav kirin.
Ji aliyê din va ekîbên maliştina berfê xebatên xwe yên li herêmê didomînin.