HEWLÊR
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Xalis Kadir, daxuyanî da û diyar kir ku ew ji bo tedawiya penceşêrê çavên xwe li welatên din digerînin. Kadir got ku hem ji bo kalîteyê hem ji bo ku nêzîkî me ye û hem jî ji bo erzanbûnê tercîha me Tirkiye ye.
Kadir destnîşan kir ku wan di 1ê çileya pêşîn a 2013an de bi nexweşxaneyeke taybet re peyman çêkir. Di çarçoveya vê peymanê de wan 20 nexweşên penceşêrê yên feqîr ji bo tedawiyê şandin Tirkiyeyê û wiha pê de çû: "Di nexweşxaneyê de dê ji bo tedawiya 2 rojan 4 hezar 500 dolar û ji bo tehlîlan jî 650 dolar bê dayîn. Di nexweşxaneyê de wergêrê ku bi soranî dizane jî heye. Nexweş ji vê kêfxweş in."