Sidar Can Eren
16 Nîsan 2026•Rojanekirin: 16 Nîsan 2026
Li Tunceliyê di Çemê Munzurê da cinazeyê jinekê hat dîtin.
Kesên ku li herêma Mavî Kopruyê ya Çemê Munzurê cinazeyê jinekê dîtin, agahî dan Navenda Banga Acîl ya 112yê.
Li ser cawdayînê polês û ekîbên AFAD, tenduristî û agirkujê çûn herêmê.
Noqavan cinaze ji avê derxistin.
Ji bo ku karê otopsiyê bê kirin cinaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceliyê.