Fatih Gazioğlu
19 Nîsan 2018•Rojanekirin: 20 Nîsan 2018
SAKARYA
Karûbarên pasaport û belgeyên şoferiyê yên welatiyan ku ji 2yê nîsanê vir ji aliyê midûriyeta nifûsê ve tê dayin êdî bileztir bidawî dibin.
Midûrê Nifûsê yê Navçeya Ferîzliyê Îhsan Barut daxuyaniyek da û got ku xizmetên pasaport û belgeyên şoferiyê êdî ew didin û wiha axivî:
"Sîstem hê nû ye. Ji ber vê hin caran pirsgirêk çêdibin. Ji bilî van pirsgirêkan em kar û barê welatiyên xwe di 5 deqîqeyan de diqedînin."
Barut got ku midûriyeta nifûsê rojên şemiyê jî heta nîvroyê vekirîye.
Welatiyên ku dixwazin bo pasaport û belgeya şoferiyê serlêdanê bikin divê an li ALO 199ê bigerin, yan jî ji ser malpera "randevu.nvi.gov.tr"ê randevuyê bistînin.