Ahmet Aydın
19 Mijdar 2018•Rojanekirin: 20 Mijdar 2018
DIYARBAKIR
Bi hezaran zarokên ku ji welatên xwe ji ber pirsgirêkên weke cengê û aboriyê reviyane, di rêwîtiya ku bi hêviya "jiyaneke nû" derketinê li dijî gelek zehmetiyan micadele dikin.
Hejmara zarokên ku beriya ku hînî jiyanê bibin ceng, nexweşî, birçîtî, kıçberî û mirin nas kirin roj bi roj zêde dibe. Di cîhaneke wisa de 20ê mijdarê dê "Roja Mafê Zarokan a Cîhanî" bê pîrozkirin."
Li welatên weke Sûriye, Urdin, Iraq, Pakistan û Efxanistanê ku ji ber sedemên curbicur şer li wan e mexdûrê vê rewşê yên herî zêde zarok in.
Malbatên ku dixwazin ji vê zehmetî û hejariyê rizgar bibin, bi hêviya jiyaneke baştir terka welatê xwe dikin û ber bi "rêwîtiya hêviyê" ve derdikevin. Yên ku mirinê didin ber çavên xwe û bi rêyên dereqanûnî xwe digihînin Tirkiyeyê, îdî dûr ji zehmetiyên ku kişandine hewl didin ku jiyaneke baş bijîn.
Lê nexasim zarokên ku bê malbat gihiştin jî li pêşiya wan deriyê nû yên bêçaretiyê vedibin.
Bi sedan zarokên bi vî rengî li Navendên Piştevaniya Zarokan yên girêdayî Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî dihêwirin.
Navenda Piştevaniya Zarokan a Egila navçeya Diyarbekirê ku yek ji 10 navendên Tirkiyeyê ye, zarokên ku piraniya wan Sûrî, Efxan û Filistînî ne lê dimînin. Van zarokan çîrokên xwe ji nûçegihanê AAyê re vegotin.

- Dayika wan xaniyê xwe firot û pereyê xênî ji bo xwendinê ji wan re şand
Murtaza (15) û Mustafa Sakhawat (17) 2 zarokên ku bavê wan li Baxlana Efxanistanê ji aliyê Talîbanê ve hatine revandin, dayika wan bi mebesta bi xwendindanê ew şandine Tirkiyeyê.
Birayên Sakhawat anîn ziman ku dayika wan pereyê xêniyê xwe teslîmî qaçaxçiyan kir û piştî bi çendîn rojên peyaçûnê û piştre di nava qaseya qemyonê de di ser Pakistan û Îranê re gihiştine Stenbolê. Piştre ji ber teeddaya qaçaxçiyan xwe spartine polîsan.

- "Min gelekî zehmetî kişandin ezê nehêlim zarokên min bikşînin"
Muhammed Mustafa (14) digel malbata xwe ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji Reqayê reviyane û xwe spartine Tirkiyeyê. Vî zarokî anî ziman ku ji destê dayik û bavê xwe yên mubtelayê hişbirê gelekî şiddet dîtiye.
- "Ez dixwazim bibim şanaziya gelê Filistînê"
Ahmet Mustafayê Filistînî yê 15 salî ku weke her zarokekî xeyalên wî hene, wî jî dixwest bibe futbolcî û ji bo bidîanîna vê xeyala xwe ji Xezzeyê derket û hat Stenbolê.

Ahmet Mustafa wiha axivî, "Ez dixwazim bibim şanaziya gelê Filistînê. Ji ber vê ezê bibim futbolcî."