Türkan Tosun
20 Mijdar 2018•Rojanekirin: 21 Mijdar 2018
KARS
Silqên ku ji zeviyên Qersê tên berhevkirin piştî ked û zehmetiyeke mezin dibin şekir.
Li Akyaka û Arpaçaya navçeyên Qersê welatî çandiniya silqan zêde dikin.

Serokatiya Odeta Ziraetê ya Qersê jî ji bo kar û barê welatiyan hêsan bibe makîneyan tînin navçeyê ku silq bi van makîneyan bên derxistin.
Silqên tên berhevkirin bi kamyon û motoran tînin fabrîqeyê û li vir tên kişandin. Paşê bi aveke fişar va tên şûştin da ku herî û axa li ser silqan paqij be.

Piştî şûştinê qalikê silqan tê jêkirin, ew tên perçekirin, rindekirin, kelandin û preskirin.
Dema silq di şerbeta germ da dimînin krîstalîze dibin û dibin şekir.

- "Îsal rekolte 40 hezar ton e"
Adem Ertaşê Serokê Odeta Ziraetê ya Qersê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji ber şert û mercên hewayê li Qersê danîna silqan dereng dest pê kiriye û wiha axivî: "Li gor bajarên rojavayê li Qersê herî kêm mehek, 45 roj an jî 2 meh ferq çêdibe. Piştî danîna silqan di nav 15 rojan da ew şîn dibin û dema ew dibin çar bergî cotkar silqan kax dikin û paşê gubreyê direşînin. Piştî demeke kin ew dîsa bi destan tên kaxkirin, yên hevdu zeliqîne yek jê tê derxistin. Dema silq dibin 6-7 bergî koka wan kûrva diçe. Koka wan çiqas bigihîje, silq jî ewqas mezin dibin."

Ertaş got ji ber axa reş a Qersê silq zû çêdibin û wiha dewam kir: "Îsal li navçeya me Akyakayê li ser erdekî 6 hezar donimî, li Arpaçayê li ser 3 hezar û 500 donimî, li Qersê li ser 400 donimî tevahî li ser 10 hezar donimî silq hatin danîn. Îsal rekolte 40 hezar ton e. Em makîneyan didin cotkarên xwe û piştgiriyê didin wan. Dema karkeriya malbatî diqede kar ji makîneyan ra dimîne. Me di sala 2016an de jî Almanyayê 2 makîne anîn û em alîkariya wan dikin. Makîne di nav saetekê da ji 8-10 donim erdê silqan derdixin."
Midûrê Fabrîqeya Şekir a Qersê Huseyîn Guluşen jî behsa çêkirina şekir kir û got piştî şûştinê ew di germahiyeke 72 pileyan da şerbetê ji silqan derdixin.
Guluşen got piştî şerbetê ew kirêcê dixin nav ku mîkroorganîzma tê da nemînin û wiha dewam kir: "Ji bo kirêc tê da nemîne jî em karbondîoksîtê didin. Paşê bi hilm û kelandinê em dewam dikin, lê di van karan da em hema wisa fîltreyê jî dikin. Di germahiyeke kêm da em dipijînin û bi vakumê em şekirê spî yê krîstal bi dest dixin. Paşê em van şekiran zîwa dikin, sar dikin, dixin pakêtan û difroşin."