Gençogluyê qîza xwe da hembêza xwe pê şa bû û got ji ber ku dergûşa min di sala nû de dergûşa ewil e, ez kêfxweş im. Navê dergûşê danîn "Elîf Zehra."
Gençogluyê got: "Ji min re dergûşeke sax û silamet bû. Sala nû li me hat. Sala nû li her kesî pîroz be û saxî, silametî û aramiyê bîne. Xwedê zarokan bide kesên bêzarok jî. Ez pir kêfxweş û bi kelecan im."