Türkan Tosun
22 Mijdar 2018•Rojanekirin: 25 Mijdar 2018
DIYARBAKIR
Mamosteyê muzîkê Muhammed Hanefî Efeyê ku li Çinara navçeya Diyarbekirê di dibistana navîn da mamostetiyê dike her çiqas çavên wî ji sedî 90 nebînin jî hewl dide xwendekarên wî muzîkê hez bikin.
Muhammet Hanefî Efe dema 2,5 salî bû ji mêjiyê xwe emeliyat bû û ji wê demê vir va çavên wî ji sedî 90 nabînin.
Diya Efe xwendin û nivîsandinê hînî kurê xwe kiriye û ji ber ku li Diyarbekirê dibistaneke ji bo astengdaran tunebûye malbat demekê li Enqereyê jiyaye.
Piştî ku Efe dibistana navîn temam kiriye malbat vegeriyaye Diyarbekirê û wî lîse li vir qedandiye.
Efe paşê dest bi Konsevatuvara Zanîngeha Dîcleyê kiriye û wek duyemîn ji wir mezûn bûye.
Eleqeya muzîkê ya Efe hê dema ku ew 7 salî bûye dest pê kiriye û ew niha dikare flût, gîtar û tembûrê bixe.
Efe 3 sal berê li gundê Yillarcaya Çinarê li Dibistana Navîn a Îmam Xetîbê ya Halkbank Şehîd Haşim Turkoglu dest bi mamostetiya muzîkê kiriye û her roj bi kîlomêtroyan rê diçe ku dersa muzîkê bide xwendekarên xwe.
- "Min astengên li ber xeyala xwe yek bi yek ji holê rakirin "
Efe ji nûçegihanê AAyê ra got dema ew biçûk bûye xeyala wî ew bûye ku bibe mamosteyê muzîkê û pir kêfxweş e ku di sala 2015an da dest bi mamostetiyê kiriye.
Efe behsa rojên ku nû bûye mamoste kir û wiha axivî: "Min astengên li ber xeyala xwe yek bi yek ji holê rakirin û bûm mamosteyê muzîkê. Ez bi kelecan bûm, tayîna min derketibû dibistaneke gund. Hevdîtina bi xwendekaran ra dibû sedema kelecanê. Mirov hinekî jî diltirs dibe, ji ber ku çavên min nabînin. Ez ditirsiyam dibe ku di polê da pirsgirêk çêbûbûna. Lê paşê xwendekaran ez baş fêm kirim. Ez ji dengên wan xwendekaran nas dikim. Her çiqas ez nebînim jî dixwazim wan ronî bikim û gelek tiştan hînî wan bikim. Nedîtina min ne astengek e."
Mamoste Efe got ji ber ku debara xwendekaran zêde ne baş e û ew nikarin tembur an jî kemanê bistînin, ew zêdetir flûtê hînî wan dike û dixwaze hemû xwendekar muzîkê hez bikin.
Ji bo astengdariyê û zehmetiyên li ber wan jî Efe got her însan dibe ku rojekê bibe astengdar, lê divê ew ji astengiyan netirsin û her tim hewl bidin, bixebitin.
Xwendekarên wî Şehmus Yalçin û Songul San jî gotin ew mamosteyên xwe hez dikin, bi saya wî ew flûtê dixin û muzîkê hez dikin.