İbrahim Atmaca
22 Mijdar 2018•Rojanekirin: 22 Mijdar 2018
BITLÎS
Li navçeya Xelatê Ugur Avciyê ku 19 salî ye û hingî ji dayik bûye nikare bimeşe, di spora tîrkevaniyê da tê pîrozkirin.
Kulûba Sporê ya Tîrkevaniyê ya Selçûqiya Xelatê li salona sporê ya Lîseya Anadoluyê ya Selçûqî qurs vekir û Avci beşdarî qursê bû. Avci bi tîravêtina xwe va balê dikşîne.
Avci daxuyanî da rojanmegeran û diyar kir ku astengdarbûna wî ji bo kirina tîrkevaniyê jê ra nabe asteng.
Avci diyar kir ku ew ji tîrkevaniyê pir hez dike û dixwaze xwe pêş bixe û wiha dewam kir:
"Min bi taybetî wek astengdarekî bi heweseke mezin dest bi vê sporê kir. Ez di vê mijarê da li benda piştgiriyê me. Li deverên din em dikarin xwe û navçeya xwe baştir temsîl bikin. Em bi awayekî pêş dikevin û çi ji destê me tê em dikin. Înşallah em ê di paşerojê da serkeftinên baş bi dest bixin."
Necdet Avciyê bavê wî jî got ku kurê wî ji vê sporê hez dike û ew li benda piştgiriyê ne.
Serokê Kulûba Sporê ya Tîrkevaniyê ya Selçûqiya Xelatê Bulent Akarsu jî diyar kir, bi taybetî zarok eleqeyeke mezin nîşanî qursa ku dawiya hefteyê tê dayîn û wiha dewam kir, "Em li vê derê bi derfetên kêm va bi ciwan û zarokan ra dixebitin û tîrkevaniya kevneşopî û olîmpîk hîn dibin."