AGRI
Li Diyadîna navçeya Agiriyê miha ku di stûyê wê de jî devek heye, bala welatiyan dikşîne.
Di binê guhê çepê yê miha Medenî Akkoyûnê ku li gundê Hecîxalidê dijî û heywanan xwedî dike de diran derketin. Li ser vê yekê mih birin Midûriyeta Xurek, Çandinî û Heywandariyê ya navçeyê.
Akkoyûn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ez cara ewil e rastî tiştekî wiha têm û ji gundên derdoran ji bo ditîna mihê gelek kes tên.
Akkoyûn destnîşan kir ku ew vê mihê nafiroşin û wiha dewam kir: "Me dît ku du devên mihê hene. 40 sal e ez vî karî dikim, lê ez cara ewil e rastî tiştekî wiha têm. Em ê vê mihê bi taybetî xwedî bikin û me biryar da ku em nefiroşin."