HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî ji ber êrîşên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) yên ku bir ser bajarê Kobanê ya Sûriyeyê bangî hemû hêlên kurd kir û ji wan xwest ku bila gelê Kobanê biparêzin.
Di daxuyaniya Barzanî ya ku ji ser malpera fermî ya Serokatiya Rêveberiya HKIyê hat weşandin de wiha hat gotin: "Terorên DÎŞIyê bi awayekî hov êrîşî ser xwîşk û birayên me yên li Kobanê dikin û ev yek jî nîşan dide ku çiqas girê wan ji gelê Kurdistanê tê û nîşaneya dijminiya wan e. Bi van êrîşên xwe dixwazin di heman demê de namûs û şerefa me jî bikin nava dest û piyan. Tiştê girîng têkoşîna hebûn û tunebûna gelê me ye."
Barzanî di bangewaziya xwe de ji hemû hêlên kurd xwest ku bila dev ji şer, pevçûn û dijminiyên di navbera xwe de berdin û wiha pê de çû: "Dev ji şer, pevçûn û dijminiya di navbera xwe de berdin û hemû bi hev dû re, namûs, şeref û jiyana gelê Kobanê biparêzin. Parastina ax û gelê Kurdistanê wezîfeya me hemûyan e. Ev wezîfe beriya her tiştî ye û ji hemû berpirsyariyên me girîngtir e."
Ji bo parastina gelê Kobanê û Rojava, Barzanî ji civakên navneteweyî xwest ku bila tewdîrên hewce dikin bibînin û wiha dewam kir: "Rojavayê ji destê terorîstan derxin. Terorên DÎŞIyê xwe ji kirina sûcên mirovahiyê dûr naxin. Van terorên hanê li kê derê bên dîtin, bila li heman cihî jî bên kuştin."