AMASYA
Li Gumuşhacikoyê dêlika bi navê "Pamûk" 2 têjikên pisîkê yên ku man wan hişk bû, dimêjîne.
Bunyamîn Şahînê beytar ku li dêlikê xweyîtiyê dike destnîşan kir ku Pamûk dêlikeke bêdeng e.
Şahîn diyar kir ku Pamûk 2 têjikên pisîkê yên ku maka wan hişk bû, dimêjîne û wiha dewam kir: "Ev tiştekî balkêş e. Ez ji karê xwe dizanim, kûçik zû bi zû heywanên din qebûl nakin. Bi taybetî pisîkan qet qebûl nakin. Lê ev cuda ye. Têjikên pisîkê dimêjîne."
Şahîn destnîşan kir ku 8 cewrikên Pamûkê hebûn û 7 heb hişk bûn.