IGDIR
Cesedê Enes Tosunê 6 salî yê ku 5 roj berê li Îdirê winda bibû di hewşa mala eqrebeyekî wî da hat dîtin û cesed hatibû binaxkirin.
Tosunê ku li Gulîceya gundê Tuzlucayê jiyana xwe didomand ji bo lîstikê ji mala xwe derketibû û 5 roj bû jê xeber nedihat hildan. Ji bo dîtna Tosun ekîbên Midûriyeta Gişkî ya Ewlekariya Enqereyê û AFADê û yên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr xebatên lêgerîn û xilaskirinê dabûn destpêkirin.
Li Gulîceyê kûçikekî lêgerînê bîna Tosun li hewşa mala eqrebeyekî wî hilda û li ser vê hewş hat vedan. Di vedanê da cesedê Tosun di hundirê torbeyekî şekir da hat dîtin.
Li ser vê yekê polêsên operasyona taybet û wezîfedarên ewlekariyê li der û dora herêmê tevdîrên ewlehiyê girtin.
Ekîbên lêkolînê dewsa bûyerê nika li ciyê ku cesed jê hat derxistin lêkolînan dikin.