Ömer Tarsuslu
21 Sibat 2024•Rojanekirin: 29 Sibat 2024
Fetlonekên ji ber Çemê Olçekê ya di navbera sînorê Qers û Erdexanê da her demsal xweşik in.
Ava Çemê Olçekê ji berfa ku ji serê çiyayan dihele diherike û avzemên binê erdê tijî dibin, feydeya wê li ser çandinî û heywandariyê çêdibe.
Çem ji cihên ku jê derbas dibe şên dike û bi bedewiya xwe balê dikşîne.
Herêma ku biharê kesk û şîn xuya dike ji ber berfê niha çîlspî ye.
Ekîbên AAyê bi dronan dîmenên fetlonekan kişandin.
Murat Avşarê li Erdexanê dijî ji nûçegihanê AAyê ra got fetlonek balê dikşînin û wiha axivî: "Ev der cihekî siruştî ye, li vir meriv dikare xweş bimeşe. Mêvanên ku wê bên li vir dikarin fetlonekên di binê berfê da û kulîlkên li dora wê vekirine bibînin."
Avşar got feydeya vir ji turîzma herêmê ra heye û ev der gelekî bi bereket e.