QERS
Li Sarikamişa navçeya Qersê gule berî karkerên ku rêhesina trêna bar a rastî êrîşê hatibû temîr dikirin dan û di êrîşê de karkerek mir û gundparêzek jî birîndar bû.
Waliyê Qersê Adem Unal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî teqînê ji bo rêhesina ku zirar dît bên temîrkirin xebatkarên rêhesinê çûn cihê bûyerê.
Unal destnîşan kir ku li herêmê tewdîrên ewlehiyê hatin hildan û piştî wê jî karkeran dest bi xebatê kir lê dema karker dixebitîn terorîstan gule berî xebatkaran da û hêzên ewlehiyê jî demildest bersiv da.
Walî ragihand ku di pevçûnê de gule li serê Necdet Înançê (64) xebatkar ket û mir û Mehmet Çelîkê (45) gunparêz jî birîndar bû û wiha dewam kir: "Karker di nav wî şerî de ma û gule li serî ket, mir û Çelîkê birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sarikamişê. Ji bo girtina terorîstan li herêmê operasyonan dest pê kir."
Trêna bar a dema ku ji Erziromê ve dihat û ber bi Qersê ve diçû, rastî êrîşa terorîstan hatibû, loma li ser rêya trênê bombe hatibû teqandin û rêhesinê zirar dîtibû.