20 Sibat 2018•Rojanekirin: 22 Sibat 2018
BALIKESÎR
Laguna Sifreya Şeytîn a li Ayvalika navçeya Balikesîrê ya ku li ser rêya koça balindeyan e, ligel ciyên din ên avî salê neh meh bi flamîngoyên va dixemilin.
Serokê Komeleya Xwezayê ya Ayvalikê û endamê Civata Çavdêriya Balindeyan a Ayvalikê Şukru Kaygisiz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da destnîşan kir ku navçeya wan li ser rêya pileya duyemîn a koça balindeyan e.
Kaygisiz diyar kir ku hema hema nîvê 500 cinsên balindeyên li Tirkiyeyê, li Ayvalikê tên dîtin û herwiha bal kişand ku bi taybetî jî flamîngo bala wênegir, çavdêrên balindeyan û tûrîstên ku havînan tên herêmê dikişînin ser xwe.
Kaygisiz diyar kir ku ciyên avî yên li Ayvalikê pir mezin nînin û ji ber hindê jî flamîngoyên ku tên vir hejmara wan zehf zêde nîne û wiha dewam kir, "Li gorî hejmara me li 5 cihên navçeyê qedera hezar flamîngo hene."
Kaygsiz herwiha diyar kir ku li Laguna Sifreya Şeytîn ku 17 hektar e, flamîngoyên pûrtpembe hene û wiha pê da çû:
"Ji xeynî vê, li Tuzla, Badavut Tuzla, Badavut Sondurak û dora balafirgehê jî hene. Ev balinde bi piranî ji ava kûr hez dikin. Herwiha ev balinde kevz, kevjal û karîdesan dixwin. Li gorî tiştê ku dixwin, rengê pûrta wan jî diguhere. 3 meh ne tê da mirov dikare van balindeyan li Ayvalikê bibîne. Ev bi tenê biharê di serdema lihevzêdebûnê da koç dikin. Diçin Gola Xwê û piştî ku li hev zêde dibin, cardin vedigerin."