Önder Beyter
26 Sibat 2019•Rojanekirin: 26 Sibat 2019
Di operasyona li 4 parêzgehan a li ser îdiaya ku hin kesên ku li Balikesîrê di çarçoveya operasyonên dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da pêşiyê hatin girtin û paşê hatin berdan û herwiha hin endamên rêxistinê yên firarî cardin dest bi xwerêxistinkirinê kirine da 73 berşik hatin binçavkirin.
Li gorî agahiya ku hat bidestxistin, piştî tesfiye û desteserkirinên li dû hewldana derbeya xaîn a FETOyê ya di 15ê Tîrmeha 2016an da li Balikesîrê li dijî pêkhateya "çalak" a FETOyê du operasyon hatin lidarxistin û di encamê da qaşo pêkhateya parêzgehê ya rêxistinê (berpirsê parêzgehê, berpirsa jin a parêzgehê, komên mutewelî), pêkhateya şêwirmendiya perwerdeya jin û mêran û pêkhateyên şaxan hatin deşîfrekirin û herwiha ji 131 berşikên ku hatin binçavkirin jî 77 jê hatin girtin.
Piştî operasyonên navborî hat tesîtkirin, endamên rêxistinê yên ku berê hatibûn girtin û paşê hatibûn texliyekirin û herwiha yên firarî, li Balikesîrê dîsa xwe rêxistin kirine û xwestine li ser navê FETOyê fealiyetê bimeşînin.
- Piştî teqîbata 6 mehan operasyon
Piştî teqîbata fîzîkî û teknîkî ya ku bi destê Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê qedera 6 mehan ajot, ji bo desteserkirina berşikan, li Balikesîr, Îzmir, Enqere û Çanakaleyê li dijî 85 navnîşanan operasyon hat destpêkirin.
Ekîbên ku ji berşikan, 73 jê binçav kirin, li ser hin berşikan nasnameya qelb û li ser yekî jî 9 sîke bi dest xistin.
Xebatên desteserkirina berşikên mayîn berdewam in.