Önder Beyter
10 Gulan 2020•Rojanekirin: 14 Gulan 2020
Li Hekariyê Geliyê Zapê ku her demsal bi bedewiyên xwe yên xwezayî balê dikişîne, bi tebîeta ku bi hatina biharê ra hişyar bû va xemla xwe nîşan dide.
Hekariya ku li Tirkiyeyê yek ji ciyên herî asê û çiyayî ye û zêdetirî 30 girên di ser 3 hezar raqimî lê hene, bi bedewiyên xwe yên xwezayî derdikeve pêş.
Geliyê Zapê ku bi çêre û hêşaniya xwe û herwiha bi çiyayên bilind ên bibelekî lihevhatî ye, bala xwezahez û wênehezan dikişîne.
Xwezahezên ku derdikevin serê çiyayên bilind, dîmenên xweşik ên ku gelî ji jor va dibîne dikişînin.
Serokê Kuluba Xweza û Çiyageriyê ya Cîloyê Hacu Tansu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku Geliyê Zapê yek ji geliyên herî bedew ên dinyayê ye û di nava sînorê parêzgeha Hekariyê li ser xeteke 160 kîlometreyî dewam dike.
Tansu bal kişand ku gelî bi xweşikahiya xwe va bala kesên ku tên bajêr dikişîne û wiha dewam kir:
"Çiyayên li vê derê ji 3 hezar raqimî bilindtir in. Li gelek ciyên vî geliyî jiyan heye. Gelek cureyên endemîk li xwe dihewîne. Balinde, kêzik, kurmik, minminîk, ajelên ku ji erdê ra xwe dixişikînin lê dijîn. Ji bo wênehezan, Hekarî ciyekî nedîtî ye."
Xwezahez Ahmet Ozer jî diyar kir ku di gelî da gelek ciyên dîtinê hene û ew ligel hevalên xwe derketin ciyekî bilind û wan ji xwe ra wêne kişandin.