HAKKARİ
Bi îdiaya xerakirina nîzama makezagonê, Şaredara Hekariyê Dîlek Hatîpoglû, Endamê Meclîsa Şeradariyê Nûrûllah Çîftçî û Serokê Navçe ya Navendê ya HDPê Îsmaîl Sîhat Kaya şandin Dadgehê û piştî dadgehê hatin girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Hekariyê der barê daxuyaniya "xweserî" ya ji aliyê HDP, DBP, Teşkîlata navçeyê û meclîsa taxê ku li navenda bajêr hat dayîn de lêpirsîn da dest pêkirin. Hatîpglu, Çîftçî û Kaya sewqî dadgehê kirin. Ji aliyê dadgeha nobedar ve bi sûcê " xerakirina yekitiya dewleyê û tevahiya welêt" şandin girtîgehê.