E.O
27 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
11emîn Serokomarê Tirkiyeyê Abdulla Gul bi mebesta gihandina hevxemî û sersaxiyê serdana Serokatiya Wîlayetê ya Stenbolê ya AK Partiyê kir
Dema ku Gul hat daketina avahiya partiyê ya li Sutluceyê Serokwîlayet Selîm Temurcî û endamên lijneya birêvebirinê pêşwaziya wî kirin.
Gul pişt re derbasî odeya meqamê ya Temurcî bû û ji ber teşebûsa derbeyê ya 15ê temûzê ya FETO got ku "derbasî be."
Gul piştî hevdîtina xwe ya bi Temurcî re bi endamên Lijneya Birêvebirinê ya Bajêr a Stenbolê yên AK Partiyê re hat bal hev.
Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hat kirin û bi qasî saet û nîvê berdewam kir. Gul piştî hevdîtinê daxuyanî da rojnamevanan û got ku "Roja 15ê temûzê li vir gelek tişt qewimîn. Min hevxemî û sersaxiya xwe gihand wan."