ANKARA
Serokomar Abdullah Gul ê ku di 28ê sibatê de wezîfeya wî diqede di çarçoveya serdanên xwe yên xatirxwestinê de îro çû serdana Serokê Destûra Bingehîn Haşîm Kiliç.
Kiliç, Gul li ber deriyê dadgehê pêşwazî kir û paşê her du derbasî hundir bûn. Hevdîtina Gul û Kiliç bi qasî 50 deqîqeyî dewam kir.
Gul piştî hevdîtina bi Gul re ji wê derê veqetiya û derbasî Dadgeha Bilind bû û bi serokê Dadgeha Bilind Alî Kalkan re bi qasî 40 deqîqeyî hevdîtin kir.
Herî dawîn jî Gul çû Şûraya Dewletê û bi Seroka wê Zerrîn Gungorê re bi qasî 45 deqîqeyan hevdîtin kir.
Di demên ewil ên beriya hevdîtinan de ji bo dîmen û wênekişandinê ji endamên çapemeniyê re destûr hat dayîn û hemû hevdîtin jî ji çapemeniyê re girtî hatin kirin.
Serdanên xatirxwestinê
Serokomar Gul duh jî çûbû dîtina Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan.