Elif Irmak
03 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2020
Li Suluovaya navçeya Amasyayê dara gêlasê ya ku 3 meh berê meyweyên wê hatin berhevkirin dîsa kulîlk vekir û kesên ku dara gêlasê dibînin diheyirin.
Li gundê Akorena li ser navçeyê du darên gêlasê yên li baxçeya Mustafa Çetînê mamosteyê teqawîd ê ku baxçeya wî ya meyweyan heye kulîlk vekir.
Çetînê xwediyê baxçeyê dît ku dara gêlasê ya ku divê di meha cotmehê da şûna ku pelên xwe biweşîne kulîlk vekir û cîranên wî heyirîn.
Çetîn daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku fehm nekirin ka dara gêlasê çima di cotmehê da kulîlk vekir.
Çetîn behs kir awarte ye ku dara ku di mehên nîsan-gulanê da kulîlk vedike û di hezîran û tîrmehê da meyweyên wê tên çînin di vê mehê da kulîlk vede û wiha axivî: "Ev rewş dibe ku ji ber germahiya ku di ser asta demsalê da ye derket holê. Berê niha me darên ku beriya wextê xwe dema ku hewa germ bû vedibûn didîtin lê cara ewil dibînim ku payîzê darek kulîlk vedike. Em heyirîn. Ez bawerim ku daran demsal şaş kirin."