Haydar Şahin
10 Tebax 2017•Rojanekirin: 14 Tebax 2017
AMASYA
Esat Sozenê 32 salî yê ku li Suluovaya navçeya Amasyayê li bazaran sebezeyan difroşe ji mişteriyên xwe ra dibêje heke zebeşên wî kal derkevin ew ê zêrê çaryek bide wan.
Sozen li ser destgeha xwe ku pê zebeşan difroşe nivîsiye "Zêrê çaryek didim kesên ku zebeşê kal bibîne".
Sozenê ku dibêje heke zebeşê wî kal derkeve ew ê zêrê çaryek diyarî bike zêrê ku ew ê bide mişteriyan jî li ber zebeşan darda kiriye. Mişterî jî zebeşê ku dikirin didin jêkirin ku gelo kal an kal nîne.
Sozen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ev 17 sal e li bazaran sebzeyê difroşe ji bo ku mişteriyên wî pê ewle bibin vê kampanyayê dike.
Sozen got ku bi xwe bawer e û wiha axivî: "Eleqeyeke baş nîşanî kampanyaya me didin. Em bi zebejên xwe ewle ne. Ji bo wê serî li kampanyayeke wiha xist. Mişterî tiştekî winda nake, kîloya zebeşê bi lireyekî difroşim. Mişterî zebeşê dikire, dide jêkirin, heke kal derkeve zêrê xwe qezenc dike. Diyariya me helal û xweş be. Kesên ku zebeşê kal bibînin em dikarin hezkî pereyê zêr hezkî zêr bi xwe bidinê."
- Hetanî vê gavê tu kesî zêr qezenc nekir
Sozen diyar kir ku hetanî vê gavê tu kesî zêrê çaryek qezenc nekir û got, "Mijara ku ez herî zêde bala xwe didim ser ew e ku mişterî menûn bibin û tendurisita xwe mihefeze bikin. Em tu carê malê nerind danaynin ser destgeha xwe. Em hemû malên xwe bi baldarî dijbêrin."
Sozen got her tim li pişt soza xwe ye û wiha pê da çû: "Di zebeşên me da aşiya kundiran tune, bi dendikên zebeşan hatine danîn. Em zebeşan li zeviyan ji cotkaran dikirin. Ji ber bi zebeşên xwe ewle ne em vê kampanyayê dikin. Ji bo me girîngî memnûniyeta mişteriyan e."