Fatih Gazioğlu
10 Tebax 2017•Rojanekirin: 15 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Li Stenbolê roviyekî ku birîndar hatibû dîtin bi destê beytarên Şaredariya Eyupê hat emeliyatkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Eyupê bi nivîskî hat dayîn, tîmên şaredariya wan li ser îxbareke ku li Kemerburgazê roviyekî birîndar hatiye dîtin, dest bi xebatê kir.
Tîm çûn Kemerburgazê û roviyê birîndar anîn şaredariyê û emeliyat kirin.
Hat ragihandin ku piştî dermankirina rovî bitemamî qediya wê rovî berdin daristanê.