Önder Beyter
11 Gulan 2020•Rojanekirin: 12 Gulan 2020
Li Ovacika navçeya Tunceliyê, revoyên hespên serberedayî yên li bilindciyên Çiyayên Mercanê, xwezaya ku bi hatina biharê ra hişyar û geş bû dixemilînin.
Li Ovacika ku raqima wê 1500 e û Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê, Çaviyên Munzurê, Sûlavên Kirkmerdivenê û Geliyê Mercanê lê ne, bi hatina biharê û germbûna hewayê ra xweza hişyar bû. Li Ovacikê dar û daristan hêşîn bûn, ava çeman gur bû û kêzik û minminîk derketin.
Li navçeya ku lê çandinî û heywandarî jî tê kirin, hespên serberedayî yên li Çiyayên Mercanê ku ji ber nebûna derfeta xwedîkirinê û kêmasiya debarê, xwediyên wan ew berdan çolê, di şertên giran ên zivistanê da li ber xwe dan û li heyatê man, bi hatina biharê ra xweza xemilandin.
Revoyên hespên serberedayî ku heta nêzîkî gundên navçeyê Şahverdi û Işikvuranê berjêr bûn, li van deran diçêrin û ava belekiyan vedixwin.
Hespên serberedayî ku di navê da cehnî jî hene, bi komî tevdigerin û didin çargaviyan ku ev yek bala wênehez û xwezahezan dikişîne.