Hilmi Tunahan Karakaya,Sidar Can Eren,Özgür İlhan
25 Mijdar 2024•Rojanekirin: 26 Mijdar 2024
ERZURUM (AA) - Erzirom, Erzincan û Tunceliyê berf barî, herêm spîçîl bûn.
Li Erziromê bişev berf barî, danê sibê jî dewam kir. Herêm spîçîl bû.
Ekîbên şaredariyê li ser peyarê û rêyan xebatên paqijkirinê dan destpêkirin.
- Tuncelî
Li Tunceliyê berf barî kolan û sikak spîçîl bûn.
Li bajêr qalindiya berfê li hin cihan gihişt 20 santîmetreyan. Welatiyan berfa li pêş kargehên xwe paqij kirin.
Ekîbên şaredariyê li herêmê xebatên paqijkirina berfê da destpêkirin.
- Erzincan
Li Erzincanê bişev berf barî danê sibê jî hewa sar bû.
Li bajêr bi şev pileya hewayê di bin sifirê de 5 derece hat pîvan.
Li bajêr cemed çêbû, banên xaniyan şemlûlik girêda.
Rêbeja Erzincan-Sivas û Erzincan-Gumuşhaneyê ji çûnûhatinê re hatin girtin.
Gelek kes di rê de mehsûr man, kesên mehsûr man li yurdên xwendekaran bûn mêvan.