Türkan Tosun
17 Hezîran 2020•Rojanekirin: 18 Hezîran 2020
Hewzaya Gola Wanê ya ku 234 cure civîkên koçber lê hene piştî ku hewa germ bû bi civîkên koçber va xemilî.
Hewzeya Gola Wanê ya li ser rêya koça çivîkan e her sal bi hezaran cure çivîkî yên ji Asya, Afrîkaya Bakur û Îranê tên ra malxwedîtiyê dike.
Ji ber ku ev der tê parastin her ku diçe cureya civîkan jî zêde dibe, civîkên koka wan hindik maye biqele jî li vê derê dijîn û hejmara wan zêdetir dibe.
Ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirov kêm diçin û tên, ji ber vê jî ev der ji bo civîkan bûye jîngeheke xweş.
Hewzeya Gola Wanê bi çivîkên koçber xemilî
Ev der ji bo kesên xwezayê hez dikin û wêneyan dikşînin cihekî taybet e.
- "Me wêneyê 234 cure civîkan kişand"
Hîndekarê Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeya Yuzuncu Yilê (YYU) Prof. Dr. Ozdemir Adiguzel ji nûçegihanê AAyê ra got ev der ji ber ku li ser rêya koça civîkan e û di navbera Asya, Afîka û Ewropayê da dimîne gelek civîkên curbicur tên vir.
Adiguzel got ji 300î zêdetir civîk li vir dijîn û wiha axivî: "Heta niha me wêneyê 234 cure civîkan kişand. Xebat dewam dikin. Ev hejmar dibe ku bigihêje 300î jî. Ev der him ji bo civîkên koç dikin û him jî yên koç nakin jîngeh e. Ji hêla hewze û avê va cihekî dewlemend e."
Adiguzel anî ziman ev der ji bo civîkên koka wan hindik maye biqele jî cihekî taybet e lewra ew tên li vir dihewin.
- "Mirov tên Wanê û temaşeya civîkan dikin"
Adiguzel destnîşan kir ku ji ber şewba vîrusa koronayê mirov zêde derneketin xwezayê û wiha dewam kir: "Ji ber vê hejmara civîkan jî zêde bû. Xweza zindî bû, tesîr li ser heywanan çênebû. Cureyeke turîzma biyoyê jî turîzma civîkan e. Ji gelek aliyên dinyayê mirov tên civîkan temaşe dikin, wêneyê wan dikşînin. Di salên dawîn da gelek mirov tên Wanê û temaşeya civîkan dikin. Ji ber vê feydeya wê ji bajarê me ra jî çêdibe."