Elif Irmak
17 Hezîran 2020•Rojanekirin: 17 Hezîran 2020
Malbatên ku li Karliovaya navçeya Bingolê piştî erdheja bi lerza 5,7an li konan hatibûn bicîkirin jiyana xwe ya rojane didomînin.
Xebatên ku bi telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo cebirandina birînên erdheja ku sê roj berê çêbû û navenda wê navçeya Karliova ye û gundparêz Cengîz Pullu şehîd ket û 35 kes birîndar bûn dan destpêkirin bi lez dewam dikin.
Welatiyên ku di konan da dimînin piştî ku tirsa ewil a erdhejê li ser xwe avêtin vegeriyan karên rojane. Gundiyan li zevî û baxçeyên xwe dest bi karên xwe kirin.
Alî Açikê ku ku li Dînarbeya gundê navçeya Yedîsuyê dijî li baxçeya xwe ya ku ji ber erdhejê navber dabûyê sebze çandin.
Açik bi alîkariya keça xwe fasûliyê Yedisuyê danîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku digel erdhejê jiyan dewam dike.
Açik ragihand ku ji tirsa erdhejê naçin malên xwe û li konê dimînin û wiha axivî: "Em ji bo pêkanîna hewcehyên xwe yên zivistanê li baxçeya xwe sebzeyan diçînin. Me fasûliyên şîn, kartol, bacanê sor, îsot, pîvaz û kundir çandin. Jiyan didome, ya girîng tenduristî ye."
- "Em dixwazin ku pir bê çêkirin"
Açik diyar kir nikarin bi hêsanî biçin mezrayên xwe yên li aliyê din ê çem mane û got ku "Li wir îxtiyar hene. Malên wan xira bûne, li ser texteyan radizên. Ji texteyan pir çêkirine, ji wir derbas dibin, heywan ji avê ra derbas dibin. Em idxwazin ku li mezrê pir bê çêkirin."