Türkan Tosun
18 Îlon 2019•Rojanekirin: 20 Îlon 2019
Li Agiriyê di salên dawîn da mêşvanî û hilberîna hingiv zêde tê kirin.
Kesên bi vî karî ra eleqedar dibin di meha gulanê da hatin Zozanê Sînegê û gundên li nêzîkî zozanê ku hingivê baş bi dest bixin.
Mêşvanên çend meh in ji malên xwe dûr ketine niha hingiv berhev dikin.
- "Dora 22 hezar û 300 kewarên me heye"
Serokê Yekîtiya Mêşvaniyê yê Agiriyê Erol Kiliç ji nûçegihanê AAyê ra got li Agiriyê ji hezarî zêdetir nebat hene, hewa bi roj pir germ e û şev jî zêde sar e, ev jî qalîteya hingiv zêde dike.
Kiliç wiha axivî: "Berhevkirina hingiv di dawiya meha tebaxê da dest pê dike û heta 20 îlonê xelas dibe. Li Agiriyê 286 mêşvanên me dixebitin.Ji 360 kes qeydkirîne lê yên ji dewletê piştgiriyê hildidin 286 kes in. Tevahî 22 hezar û 300 kewarên me hene. Ev hejmar ji bo Agiriyê ne zêde ye, lewra kapasîteya Agiriyê ji 100 hezar kewarî zêdetir e. Ji bajarên din jî mêşvanên din jî tên û bi 30 hezarî zêdetir kewarî va mêşvanî tê kirin."
- "Hingivê Agiriyê ne ji bo taştê ye, derman e"
Kiliç got li Agiriyê ji hezar û 100î zêdetir nebat hene û wiha dewam kir: "Gubrekirin û dermankirin tune. Hejmara wesayîtan kêm e, fabrîqe tune. Ji ber ku tevahî xwezayî ye baxçeyên fêkiyan jî tune. Agirî ne mîna bajarên din e. Hingivê me tebiî ye. Li her derê dema behsa hingivê me dikin dibêjin ji bo taştê ye, lê di rastiyê da hingivê Agiriyê ne ji bo taştê ye, derman e."
Kenan Bulanê 5 sal e dest bi mêşvaniyê kiriye jî behsa xweza, av û hewaya Zozanê Sînegê kir û got ew hingivê ji vê derê berhev dikin, dişînin çar aliyê Tirkiyeyê.