İbrahim Atmaca
18 Îlon 2019•Rojanekirin: 19 Îlon 2019
Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilata Anadoluyê germ wê li gor demsalê be.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê kêmewrayî û sayî derbas bibe.
Li gor texmînê germa hewayê wê li gor demsalê be.
Bişev germa hewayê ya herî kêm li Erdexanê 5, li Qersê 7, li Erziromê 8, li Agiriyê 10, li Erzincan û Tunceliyê 16 û li Îdirê 14 pile hat pîvan.
Li herêmê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 31, li Îdir û Erzincanê 30, li Agiriyê 26, li Qers û Erziromê 24, li Erdexanê 22 pile tê payîn.