İbrahim Atmaca
07 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2018
MALATYA Meteorolojiyê ji bo 5 bajaran hişyariya mij û xumamê da.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 13emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li Meletî, Elazix, Tuncelî, Bîngol û Adiyemanê serê sibê û bi şev mij û xumam tê payîn.
Li gor texmînê bi şev germa hewayê wê heta 1 û 3 pileyan kêm bibe, nava rojê jî 1-3 pileyan zêde bibe, bayê bakur wê cî bi cî gur cî bi cî nermî xwe va were.
Ji bo mij û xumamê hişyariya baldarî û tevdîrê hat dayîn.