Elif Orhan
08 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2018
ŞANLIURFA
Wezîrê Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê Ahmet Eşref Fakibaba li Rihayê beşdarî xwarina malbatên neyar bû
Neyartiya ku li Rihayê bi qasî 3 meh beriya niha ji ber bûyera ku bû sedema mirina kesekî û birîndarbûna 4 kesan di navbera malbatên Koseoglu û Kaymaz de derket bi teşebûsa Wezîr Fakibaba û rîspiyan bi xwarina aştiyê ya ku li hêwanekî dawetê hat dayîn xilas bû.
Wezîr Fakibaba di xwarinê de axivî, ji ayetan mînak da û got ku misilman nikarin ku şerkirî û xeyidî bimînin.
Wezîr Fakibaba spasiya rîspî û endamên her du malbatan kir û wiha axivî: "Mumîn tenê bira ne, nexwe navbera birayên xwe baş bikin ku Xwedê rehma xwe li we bike. Xwedê ji wan kesên ku vê navberê baş kirin razî bibe. Bûyerên wiha dibin, heyat e. Em nexwezin jî qezayên trafîkê çêdibin peywira me ye ku em qezaya trafîkê qebûl bikin û tevdîrên wan bigirin. Ji ber wê Xwedê dîsa ji wan hemû kesên ku di vê xwarina aştiyê de keda wan heye razî bibe."
Wezîr Fakibaba piştî axaftina xwe gote mezinên her du malbatan ku hev hembêz bikin.
Walî Abdullah Erîn, Parlementerên Rihayê yên AK Partiyê Mehmet Alî Cevherî, Kemalettîn Yilmaztekîn jî beşdarî xwarinê bûn.