Türkan Tosun
31 Gulan 2018•Rojanekirin: 04 Hezîran 2018
ANKARA
Li Çubuka navçeya Enqereyê hosteyê solan Îsmaîl Ozyuzel 40 sal e di dikana xwe ya 10 mêtrokareyî de solan çêdike.
Ozyuzelê 53 salî li taxa Ataturkê dikana xwe ya 10 mêtrokareyî kiriye atolye, solan çêdike û difroşe, debara mala xwe bi vî karî dike.
Ozyucel got piştî wan hoste nagihîjin û wiha axivî: "Li navçeyê 4 hosteyên solan man. Ez ji ber pîşeya xwe kêfxweş im. Piştî bavê min mir em mecbur man ku li ser piyan bimînin. Bi pêşniyaza hevalan û dilxweşî min dest bi vî karî kir. Armanca min ew bû ku ez zarokên xwe bidim xwendin, ez gihîştim vê armancê. Ezê 5 salan dîsa vî karî bikim, jixwe ji ber temen em mecburin ku dev jê berdin. Şikir ji Xwedê ra bi vî karî min 3 zarokên xwe di zanîngehê de da xwendin. Heke ez car din bêm dinyayê ezê dîsa heman karî bikim. Lewra ez ji karê xwe hez dikim."