Haydar Şahin
28 Sibat 2018•Rojanekirin: 01 Adar 2018
ADIYAMAN
Meral Çîçeka mamosteya polê ya ku li Dibistana Seretayî ya Yavuz Siltan Selîmê ya li Kahtaya navçeya Adiyemanê mamostetî dikir qala serpêhatiyên xwe yên di pêvajoya 28ê Sibatê da kir.
Çîçekê got ku di sala 1990î da beşa Mamostetiya Polê ya Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Gaziyê qedand, salekê şûnda li Dibistana Seretayî ya Kubîlay ya Kahtayê dest bi wezîfeyê kir. Çîçeka mamoste got ku dema pêvajoya derbeya postmodern a 28ê Sibatê dihat amadekirin ferq kir ku tehlîke tê ji ber vê li Siltanmixarayê gundê navçeyê dest bi wezîfeyê kir.
Çîçekê bi bîr xist ku di 28ê Sibata 1997an da li Enqereyê tank derketin ser rêyan, bi biryarên Lijneya Ewlekariya Neteweyî va pêvajo dan destêpêkirin û welat avêtin rewşa kaosê û wiha pê da çû:
"Ez ji mexdûrên 28ê Sibatê me. Ez nikarim êşkenceya psîkolojîk a ku wê çaxê bi min dan kişandin ji bîr bikin. Ji zaroktiya xwe pê va hedefa min ew bû ku bibim mamoste. Min di sala 1991ê da bi kelecanî dest bi wezîfeyê kir û bextewariya min hetanî zilma 28ê Sibatê dewam kir. Di pêvajoya 28ê Sibatê ez her roj bi diltirsî çûm xwendingehê. Rêvebirên xwendingehê li gor emirên ku hildabûn her roj zext li me dikirin. Der heqê min da gelek lêpirsîn û karûbarên fermî dan destpêkirin. Min biryara îstifayê da lêbelê diya min hat bîra min, ji ber ku ez mamoste bûm diya min serfiraz dibû. Ligel liberxweketina diya xwe ez ji biryara xwe venegeriyam. Di sala 2000î da bi daxwaznameyê va min îstifa kir."