Haydar Şahin
27 Sibat 2018•Rojanekirin: 28 Sibat 2018
ERZURUM
Li Erzirom, Erzincan, Agirî û Qersa bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf û şilope wê bibare.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, li bendê ne ku nîvro li Erzincan û dorberê wê şilî û carcaran jî şilope bibare û ba jî ji hêlên başûr û başûrê rojava ra rabe.
Tê texmînkirin ku li Erziromê piştî nîvro li Agirî û Qersê jî berêvarê carcaran berf bibare.
Bi şev germahiya hewayê li Erzincanê 3, li Tûnceliyê 2, li Îdirê 1, li Agiriyê di binê sifirê da 1, li Erziromê di binê sifirê da 3, li Qersê di binê sifirê da 7, li Erdexanê di binê sifirê da 12 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 14, li Erzincanê 12, li Tûnceliyê 8, li Erzirom û Agiriyê 5, li Erdexanê 4 û li Qersê jî 3 pile be.
Li navenda bajaran qalindahiya berfê li Erdexanê 10, li Qersê 5, li Erziromê 4 santêm hat pîvandin.
Li navendên xweşiqitandinê qalindahiya berfê Ergana Erzincanê 73, li Palandokena Erziromê 71, li Sarîqamîşa Qersê 67 û li Yanlizçama Erdexanê jî 33 santêm hat pîvandin.
Rayedaran ji bo cemed, mij û pukê hişyarî dan welatiyan û gotin bira ji bo aşîtê jî baldar bin û bê tevdîr nemînin.