Yunus Hocaoğlu
31 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2023
Li navendên turîzma zivistanê yên Tirkiyeyê ji ber ku berf tuneye turîstan berê xwe dan Navenda Kaşûnê ya Plandoken a li Erziromê ye.

Di meha Berfanbarê da berfa ku hewce dikir nebarî lê li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê digel nebarîna berfê tewdîr ji par va hatibû hildan û berfa par hatibû veşartin. Him ew berf û him jî berfa bi pergala awayek sûnî berf barandinê va li ser pîstên navendê hat werkirin û hinek pîst hatin vekirin.

Gelek hezkirên kaşûnê ji ber ku li çar aliyê welêt berf tuneye û naxwazin di pîrozkirina serê salê da ji kêfa li ser berfê xweşiqitandinê jî mehrûm nemînin, berê xwe dan Palandokenê.
Mêvanên ji niha va hatine otêlên li navendê tevlî zarok û malbatên xwe li kêşakê siwar bûn, kaşûn û snowboardê kirin.