Erol Yıldız
15 Gulan 2026•Rojanekirin: 15 Gulan 2026
Li Erbaaya navçeya Tokatê du minibês li hev qelibîn, 11 kes birîndar bûn.
Minibêsa bi plakaya 60 AGB 936 a ku Hakan O. diajot li Xaçerêya Karakayayê bi minibêsa bi plakaya 60 M 1856 a ku Huseyîn U. diajot ra qelibî.
Li ser îxbarê ekîbên polês û tenduristiyê sewqî herêmê kirin.
Di qezayê da 11 kesên di wesayîtan da birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erbaayê.