Haydar Şahin
11 Mijdar 2017•Rojanekirin: 14 Mijdar 2017
BITLÎS
Ji 2 fabirqeyên ku bi piştgiriya dewletê va li Guroymaka navçeya Bidlîsê hatin vekirin û 250 kes tê da tên îstixdamkirin amûrên tekstîlê îxracî 50 welatî dikin.
Siraç Nurê karsaz di sala 2013an da bi piştgiriya ku ji dewletê sitand va li navçeyê fabirqeya tekstîlê vekir.
Nur bi saya alîkariya personelan a ÎŞKURê û alîkariya prîma sîgorteya SSKê va karên xwe mezin kir û dest bi îxracatê kir, ji ber ku teleb zêde bûn jî karsaz îsal fabirqeya xweya 2yan vekir.
Nur diyar kir ku di 2 fabirqeyên wî da 250 kes dixebitin, amûrên tekstîlê yên ku çêdikin jî îxracî gelek welatan dikin.

- "Ji sedî 85ê xebatkaran jin in"
Nur daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di rojê da 20 hezar parçe kincên jin, zarok û mêran didirûn.
Nur got dixwaze bi fabirqeyên xwe va hem tevkariyê bide aboriya herêmê hem jî navê herêmê bigihîne ciyên mayîn û wiha pê da çû: "Em nika amûran îxracî 50 welatî dikin. Ji sedî 85ê xebatkarên me jin in. Bidestxistina azadiya aboriyê ji bo jinan girîng e. Tevkariyê didin malbatên xwe."

- "Hedefa me ew e ku 3 hezar kesî bixebitînin"
Nur got ku gelek kes ji bo kar serî li fabirqeya wan dixin û wiha axivî:

"Lêbelê sînorê îmkanên me hene. Em nikarin her kesî hildin kar. Ji bo pêşerojê projeyên me hene. Hedefa me ew e ku di sala 2018an da 8 hezar qeremetre ciyekî çêkin û 3 hezar kesî bidin xebatê. Saziyên din eleqeyeke mezin nîşanî amûrên me didin. Em zehf dixebitin lêbelê xwe pê ra nagihînin. Heke veberhênerên din jî werin herêmê em ê herêmê têxin navenda cazîbeyê."