Türkan Tosun
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
TRABZON
Tirkiyeyê îsal di navbera meha çileya paşîn û nîsanê de bi bihayê milyarek û 98 milyon û 707 hezar û 61 dolarî îxracat bi Rûsyayê re kir.
Li gor daneyên Yekîtiya Îxracatkarên Behra Reş îsal di nav çar mehên ewil de ji Tirkiyeyê 868 hezar û 8 ton ber û berhem îxracî Rûsyayê kirin. Ji vê îxracatê milyarek û 98 milyon û 707 hezar û 61 dolar dahat hat bidestxistin.
Par di heman heyamê de Tirkiyeyê 612 hezar û 84 ton ber û berhem îxracî Rûsyayê kiribû û ji vê 673 milyon û 439 hezar û 675 dolar dahat hatibû bidestxistin. Dema rêjeya par û ya îsal tê berawirdkirin îsal ji sedî 42 zêde îxracat hatiye kirin.
Di îxracata Rûsyayê rêza ewil de fêkî û sebze cih digrin. Îsal di navbera meha çileya paşîn û adarê de 315 hezar û 186 ton fêkî û sebze hatin îxrackirin û ji vê 202 milyon û 184 hezar û 338 dolar pere hat qezenckirin.
Li herêma Behra Spî di îxracata Rûsyayê de ji sedî 46 zêdebûn çêbû, 48 milyon û 128 hezar û 186 dolar dahat hat bidestxistin.