Türkan Tosun
23 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2019
Li Wan, Mûş, Hekarî û Bidlîsê tê texmînkirin cemed û mij wê çêbibe.
Li gorî daxuyaniya Midûriya Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin li herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be, heta danê nîvro jî şiliyê bibare û şilope wê çêbibe.
Ji hêla başûr û başûrê rojhilatê car caran ba wê rabe.
Germahiya herî zêde ya rojê li Wanê 8, li Mûş û Bidlîsê 7, li Hekariyê jî 9 pile be.
- Ji bo mij û dûmanê hişyarî
Li herêmê şev û serê sibê car caran mij û dûman wê çêbibe.
Ji ber mijê dîtina rê û derva wê zehmet be, ji ber vê hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin.