İbrahim Atmaca
23 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2019
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û ya Erdîşê gora Ercîşlî Emrahê şair û gora Selvîxana ku li gor riwayetê bûye aşiqê wê, restore kirin.
Bi teşebisa Ahmet Poyrazogluyê hozanê gel ê Erdîşî, herdu gorên li Goristana dîrokî ya Selçûqî û Qereqoyûnî a li taxa Çelîbaxê hatin restorekirin û cardin ji bo ziyaretê vebûn.
Welatiyan gor ziyaret kirin û li ser dia kirin.
Midûrê Navenda Ciwaniyê Mehmet Arif Taşdemir di ziyareta goristanê da daxuyanî da û got ku li bajêr her sal der heqê Ercîşlî Emrah da sempozyûm û panel tên lidarxistin û wiha dewam kir, "Em gelek spasdarê van şaredariyên xwe ne ku ev restorasyon kirin. Divê em li vê dîrok û goristana xwe xwedî derkevin."