Türkan Tosun
12 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2020
Ji bo 4 bajarên Behra Reş li Gîresun, Trabzon, Rîze û Artvinê hişyarî hat dayîn ku wê barana gur bibare.
Li gor daneyên Mîduriya Herêma 11emîn a Meteorolojiyê li qisma navîn a Gîresun û Trabzonê û li dora Rîze û Artvînê baraneke gur wê bibare û birûskê çêbibe.
Barana ku ji serê sibê pê va dest pê kir wê li van bajaran car caran pir zêde bike.
Di daxuyaniyê da hişyarî hat dayîn ku welatî li hemberî lehiyê bila hişyar û baldar bin.