Haydar Şahin
27 Adar 2020•Rojanekirin: 28 Adar 2020
Li bendê ne ku li Behra Sipî ya Rojhilat, Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, Hatay û Elezîzê barana gur bibare.
Di daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li tevahiya welêt hewayê ewravî be.
Tê texmînkirin ku li başûrê Marmarayê, Behra Sipî, başûr û rojavayê Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê şiliyê bibare.
Li gor texmînan germahiya hewayê ya li hemû welêt ew ê li gor ya demsalê be.
Li bendê ne ku ba ji aliyê bakur û bakurê rojhilat ra rabe û carinan guj bibe.
Rayedaran hişyarî da welatiyan ku bira bê tevdîr nemînin û baldar bin.