Jinên ji gundê Koça ser Haskoya Mûşê digel hewa germ, ji bo dotina pezê xwe yê ku li zozanan diçêre, her roj 8 kîlometre dimeşin.
Li Mûşê di demsala havînê de hewa zehf germ dibe; jinên mûşî digel vê yekê her roj danê sibê û danê êvarê ji bo dotina pêz derdikevin zozanan.
Jinên ku di meha havînê de him rojiyê digrin û him jî diçin zozanan pêz didoşin; dibêjin ku ew debara xwe bi sewalkariyê dikin.
Habîbe Çelîkê got ku ji bilî perê ku ji sewalkariyê qezenc dikin tu dahateke wan tune ye û wiha axivî: "Ji ber ku him havîn e him jî meha remezanê ye, em jinên gund zehf diwestin. Lewra em rojê du danan diçin zozanan pêz didoşin. Em her roj 8 kîlometre dimeşin û mecbûrin ku vê bikin. Em debara xwe bi vê dikin. Her jinek xwedî 9-10 zarokan e, zarokên me dixwînin û em mecbûrin vê cefayê bikşînin."
Hatîce Gurbuza 60 salî jî got ku ew 45 sal e ku pêz xwedî dike û wiha xeberda: "Çend sal berê me ji heywanên xwe qismeka mezin firot. Niha dîsa me dest bi sitandina miyan kir. Em debara xwe bi cotkarî û heywandariyê dikin. Ji bo herêma me ev kareke biqîmet û girîng e; lewra em şêniyên herêmê debara xwe bi vê dikin."