Cüneyt Çelik
22 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2022
Li Qersê koçerên ku biharê pezê xwe derdixin zozanan, piştî barîna berfê û her wiha ketina sir û sermayê, ketin rêya dagêrê.
Heywandarên ku biharê derketin zozanan heya heyama barîna berfê pezê xwe li vir çêrandin.
Piştî barîna berfê û her wiha ketina sir û sermayê, koçeran da ser rê ku biçin Îdirê, lê di rê da carinan berf jî li wan dike.
Vegera bira pez a li tanga derwazeya Pasliyê ya li ser rêbejaya Qers-Qaxizmanê dîmenên rengîn derxistin holê.
Şivan Osman Donmez ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ew ji zozan daketin gundê Buyukdereyê yê Qersê û ji wir jî ew ber bi Îdirê bi rê ketin.
Donmez diyar kir ku rêya wan dê hê qedera 10 rojan dewam bike û wiha got, "Di şertên giran da rêwîtiya me didome. Carinan dibe berf û bager, lê tiştekî em bikin tune. Ji ber ku maliyet zêde ye, em wiha peya pez dibin. Helbet em li çolê tedbîrên xwe distînin, li cem me kûçikên gurêx hene, pirsgirêk dernakeve."
Donmez bal kişand ku ew biharê çûn Qersê, bi barîna berfê ra jî ew vedigerin Îdirê.