Serokê Yekîtiya Zêrfiroşên Anadoluya Rojava Yilmaz Uça ragihand ku bihayê zêr daketiye û ev erzanbûn bi kêrî kesên ku wê bizewicin tê û firsenda texsîdkirinê jî heye.
Uça daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku sedema daketina bihayê zêr, ji ber polîtîkayên pereyan ya Bankeya Fedê ya Amerîkayê û rewşa aboriya dinyayê ye.
Uça got ku ji ber van sedeman e ku zêr zêde nayê kirîn û wiha dewam kir: "Daketina bihayê zêr zêrfiroşan kêfxweş dike. Lewra bihayê zêr zêde bû, grama zêr ê ku dihat firotin ji 100 lîreyî derbas bûbû. Ji ber ku zêr biha bûbû, danûstendin kêm bûbû. Lêbelê vê gavê welatî dikarin bistînin û karê me wê lê were."