Xwarinên herêmî yên Mêrdîna ku bi hezar salan medeniyetên cur bi cur di xwe de hewand, li dinyayê belav dibin.
Bi projeya bi navê "Projeya Pêşxistina Perwerdeya Meslekî ya Gastronomî ya Mêrdînê" ku Wezareta Ewlehiya Civakî û Yekîtiya Ewropayê (YE) piştgiriyê dide, xwarinên Mêrdînê li dinyayê tên nasandin. Proje bi destê aşpêj Suleyman Engîn hat amadekirin û di projeyê de 75 kesên pispor cî digirin.
Aşpêj Suleyman Engîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 7 sal e ez li ser xwarinên herêma Mêrdînê lêkolînê dikim.
Engîn got ku terîfên xwarinan ên 300 sal berê li ber destê me hene û wiha dewam kir: "Li Mêrdînê xwarinên wisa hene ku ji senteza kurd, tirk, ereb, suryanî û êzdiyan pêk tên."