Önder Beyter
04 Mijdar 2018•Rojanekirin: 06 Mijdar 2018
ANKARA
Tê texmînkirin ku li qeraxên Behra Reş a Rojhilat û herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê sibê tavî dê were.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, tê texmînkirin ku sibê milê bakur, navîn û rojhilatê Tirkiyeyê hewa dê perçe û pir ewrayî be.
Herwiha tê pêşbînîkirin ku li qeraxên Behra Reş a Rojhilat û herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (Erdexan ne tê da) û dewrûberê Hatay û Meraşê baran dê bibare û cih cihan jî tavî dê were.
Tê texmînkirin ku hewa li ciyên din jî dê kêm ewrayî û sayî be.
Dîsa tê pêşbînîkirin ku baran dê wekî herêmî li Diyarbekir, Riha, Mêrdîn, Batman û dewrûbera Şirnexê gur bibare.
Ji bo Marmara, Egeya Navîn, Behra Reş a Rojava û Navîn û herwiha rojavayê bakurê Anadoluya Navîn cih cihan mij û bûsî tê pêşbînîkirin.
Ji bo behran jî bahoz nayê pêşbînîkirin.